Besê Erzîncan: Fikrên Rêber Apo, gel afirandiye û bûye tirsa sîstema desthilatdar

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan mijarên weke tecrîda li ser rêber APO, êrîşên li ser qadên parastina Medyayê, Şengal û Rojava, berxwedan jinên Efganistanê nirxand û got: Divê jin karîbin bi hev re têkoşîna hevpar bimeşînin û ji hev hîn bibin. 

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo pêk tê û bi rengekî giran dewam dike, têkoşîna jinan û geşedanên dawî nirxand.

Besê Erzîncan destpêka axaftina xwe de, berxwedana Rêber Apo,çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zîndan, Mexmûr û Yunanîstanê slav kir.

Besê Erzîncan diyar kir ku fikir û îdeolojiya Rêber APO, ji her demê bêhtir li nava civak û jin ên cîhanê belav bûye, hatiye pejirandin, gerdûnî bûye.

“Fikrên Rêber Apo, gel, rastiya jin û rêxistina afirandiye, sîstema hegemonîk ditirsîne. Berxwedana jinan û gelê me ya bi pêşengiya gerîla, kir ku nêrînên Rêberê me li tevahiya cîhanê belav bibe.”

Besê Erzîncan: Di şerê Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê de êdî asteke cuda û şareza dest pê kiriye

Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana gêrilla û teqez kir ku şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin şerê xweparastinê yê herî mezin ê dîrokê ye.

Artêşbûna Jinê ya YJA Starê asteke girîng a awarte temsîl dike. Di şerê parastina Kurdistanê û jiyana azad de bi fedakariyeke mezin, bi rengekî şareza û bi biryar li refên herî pêş e. YJA Star îro li Kurdistanê navê fedayîtiyê ye.

Besê Erzîncan:  Xelkê me yê Şengalê wê bi berxwedana xwe azad bibe

Besê Erzîncan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Rojava nirxand u wiha domand.

Li Şengalê armanc ji êrîşan ew bû ku Êzidiyan bitirsînin, teslîm bigirin û nikarîbin xwe bi rêve bibin.Li dijî vê yekê jinên Şengalî di nava berxwedanê de ne. Civaka Êzidî, xwedî li rêveberiya xwe ya xweser derkeve, wê ji aliyê dîrokî ve firsenda azadiyê bixin meriyetê. Azadî bi xwerêvebirin û xweparastinê dibe.”

Besê Erzîncan: Mirovek bi tenê jî mabe ku baweriya xwe bi Rêber Apo anî be, wê li ber xwe bide

Li Rojava jî sîstemeke civakî tê avakirin ku dikare bibe bersiva krîzan.

Neteweya demokratîk bi pêşengiya jinan li her qada jiyanê tê avakirin. Bi esasî êriş li dijî vê yekê ye, lê belê dewleta Tirk wê ji van êrişan nikaribe encamê werbigire.

Besê Erzîncan: Jin û gelê efgan kirin qurbanê şerê ji nûve avakirina hevsengiyan

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan rewşa li Efganistanê jî nirxand û got,

Jin û gelê Efgan di ji nû ve avakirina hevsengiyan de qurbanî vî şerî hatine kirin. Mîna YPJ’ê jinên Efgan divê karîbin sîstema xwe ava bikin, têkoşîna hevpar bi hev re bimeşînin û ji hev hîn bibin.

Besê Erzîncan: Em xwe perwerde, zane, birêxistin bikin, çalakiyan li dar bixin

Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got,

Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê, sedsala azadiya gelan. Eger em karibin rêxistiniya xwe xurt bikin, em ê karibin li ser bingeha azadiyê ji nava kaos û krîzê rizgar bibin.

Back to top button