Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 32’yan didome

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê ya ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 159’an de didome.

Merasîma dewrkirina koma çalakiya koma 31’emîn bi beşdariya çalakvanan û xelkê wargehê li Saziya Ciwanan hate destpêkirin.

Li ser navê koma 31’emîn Mamosta Mistefa Ergen axivî got:

“Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî destkeftiyên Rojava yê Kurdistanê yên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatî destxistin dike.

Divê em hemû jî li hemberî van êrişan yek deng bin. Wê ev êriş negihîn armanca xwe.”

Mamosta Mistefa di dawiyê de têzkir ku ew ê çalkiyanên xwe bidomînin û got:

“Emê bi dirûşmeyên xwe dengê xwe bigihînin Rojava, Îmralî û gerîlayên azadiyê.”

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 155’an de didome

Back to top button