Salvegera 8’an a darvekirina Reyhan Cebarî

Reyhan Cebbarî ya ji ber ku parastina xwe ya cehwerî kir, bi darvekirinê hate cezakirin. 8 sal li ser darvekirina wê re derbas bû. Reyhan beri bê darvekirin di nameya ji bo dayîka xwe dinivîse de hiwa dibêje;”Divê mirov têkoşînê bide, eger berdêla wê mirin be jî” 

Reyhan Cebbarî li Tehran a Îranê mîmara hundir bû.

Di sala 2007’an li hemberî îstîxabatê berê Murteza Abdulalî Serbendî ku destdirêjî lê kiribû, parastina rewa pêk anî û ew kuşt.

Reyhan dema tê girtin hîn 19 saliye.

Roja ku tê girtin wekî bertek pora jê dike.

Di 2009’an dadgerên rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birîn.

Reyhan di hemû rûniştinên xwe de got wê parastina xwe pêk aniye lê hat tecrîdkirin, îşkence lê hat kirin û herî dawî hat darvekirin.

Bi vê darvekirinê jî xwestin çavê jinan û civakê bitirsînin.

Reyhan Cebbarî berî bê darvekirin nameyek ji dayîka xwe Şule re dihêle.

Di nameya xwe de wiha dibêje:

“Ez ji te fêr bûm ku mirov, ji bo ezmûn girtinê tê dinê û divê fêr bibe. Ez hîn bûm ku mirov divê hin caran şer bike. Te ji min re got, ‘Ji bo ku mirov nirxên xwe biparêze, divê mirov têkoşînê bide, eger berdêla wê mirin be jî.’

Berî bimirin daxwaziyek min jî ji te heye… Dixwazim tu biçê salona dadgehê û li wê hêza min diyar bikê. Ji ber ez nikarim vê hêza xwe di nava zindanê de bidim xuya kirin.

Li pêşya dadgehê dilopeke hêsir ji çavên min nehat xiwar. Ez negirîyam, ji ber bawerîya min bi qanûnê hebû.

Lê bi kuştinekê hatim sûcdar kirin. Min heya niha morikek nekuştîye, lê di şev û rojekê de ez bûm qatil. Dozger rastî nedît.

Dayika min a xuşewîst, eziza min Şuile, hêjatirin hêmana jîyana minê

Di vê cihanê de tenê tişteke, ji te û ji vî welêtî dixwazim.

Negirî û baş min guhdarî bike… Dixwazim tu biçe salona dadgehê û li wê hêza min diyar bikê. Ji ber ez nikarim vê hêza xwe di nava zindanê de bidim xuya kirin.

Cîhanê ji me hez nekir, çarenûsê jî dev ji me berneda.

Ez niha bi singek fireh ber bi mirinê ve diçim.

Li pêşîya xwedê ez ê bijîşk û Qasim Şebanî sûcdar bikim. Ji ber ku hemûyan mafê min binpê kirin û zûlm li hemberî min kirin.

Ey xwediya dilê herî baş xuşewista min Şûile. Di dawî de ez ê wan bi sûcên wan re rû bi rû bihêlim.

Back to top button