Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hewandina zarokên DAIŞ`î navendek bi navê Hilat vekir.
Li ser pêşniyara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Navenda Hilat a Zarokên DAIŞ’ê li Hesekê hat vekirin.
Navend bi aramanca ji nû ve perwerdekirin zarokan û xelaskirina wan ji fikrên tundrew hate vekirin.
Di navendê de wê zarokên ji 2 salî heta 12 salî li gorî bernameyeke diyar werin perwerdekirin.
Di merasîma vekirina navendê de hêzên YPJ û ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şandeyeke hêzên Koalîsyona Navneteweyî amade bûn.
Endama rêveber a navendê Perwîn El-Elî diyar kir ku wê kesên pispor bi zarokan re mijûl bibin.
Perwîn El-Elî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku destekê bidin vê projeyê.