Iraq xwe amade dike ku giliyê Îranê li dadgeha Lahey bike

Dewleta Tirk û Îran bûn sedem ku pirsgirêka avê li Sûrî û Iraqê mezintir bibe.
Bi taybet jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê…Ji ber avakirina bendavan, rêjeya ava çemê Sîrwan li herêma Helebçeyê pir kêm bûye..Hukûmeta Bexdayê li hemberî vê rewşê xwe amade kiriye ku giliyê Îran li cem dadgeha Lahay bike.

Ev der herêma Helebce, derdora çemê Sîwwan e.

Par li vê herêmê rêjeya avê pir bilind bû.

Ji ber vê gundîyan dikarîbûn bi hêsanî çandinî û nêçîra masiyan bikin.

Yanî ji bo wan pirsgirêkên debara jiyanê tine bûn.

Lê niha rewş pir cuda ye.

Sedema wê jî ew e ku Îran ji aliyê xwe ve 2 bendav li ser av a çem avakirin.

Vê yekê rê li be zuhabûnê vekir.

Ji dîmenan jî xuya dike ku çawa herêma derdora çem çawa hişk bûye.

Cotkarê Kurd ê binav Îbrahîm dibêje herêma wan avî bû û wan dikarî çandiya xwe birehet bikin..

Lê niha ji ber siyasetên Îranê ev derfet ji dest wan hatin derxistin.

Cotkareke din li herêmê tîne ziman ku serê 66 salan e cara pêşî ye ku bi rewşeke wiha re rû bi rû dimînin û wiha got:

Di vê navberê de Wezareta Avê ya Iraqê bang li hukûmetê kir da ku giliyê Îranê li dadgeha Lahey bike.

Back to top button