Peymana agirbestê di cotmeha 2019’an de di navber DYA, Rûsiya û li aliyê din dewleta Tirk de piştî êrişên dagirkeriyê yên li ser Girê-Sipî û Serêkaniyê hat imzekirin.
Tevî ku DYA û Rûsiya garantorin jî, ji vê rojê ve heta niha êrişên dagirkeriya dewlet aTirk ranewestiya ne.
Him êrişên Ezmanî him jî di bejahî de êriş didomin.
Ji dest pêka sala 2021’an û heta roja îro gelek caran dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrişî herêmê kiriye..
22’ê Çile, balafireke bêmirov a dewleta Tirk li Kobanê maleke sivîlan a girêdayî gundê Memîtê ya li başûrê bajarê bombebaran kir.
Di vê êrişê de Kesek birîndar bû û ziyanên madî li welatiyan bûn.
3’ê Nîsanê, balafirên bêmirov a artêşa Tirk a dagirker, meqleiya remlê ya li gundê Dêrika Beravê ya herêma Dêrikê bombebaran kir.
Di encamê de, tireksa welatiyê bi navê Merwan Ferman a di hundirê meqlei de, şewitî.
17’ê Nîsanê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk, mala ku Rêber Ocalan di sala 1979`an de lê mabû a li gundê Elpelora Kobanê bombebaran kir.
Di bombebaranê de zirarên madî li malê û li derûdorê bûn.
21’ê Nîsanê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, girê Til Rifetê yê girêdayî Şehbayê bombebaran kir û heman rojê gundê Eyndeqnê yê Şehbayê bombebaran kir.
4’ê Tîrmehê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk bajarokê Til Rifetê bombebaran kir..
30’ê Tîrmehê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk li Gundê Qumçê yê li ser riya Kobanê-Heleb ku dikeve başûrê Kobanê 2 erebeyên sivîlan bombebaran kirin.
Di encamê de zirar bi erebeyên welatiyan bû.
19’ê Tebaxê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk erebeya ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj kir hedef û di encamê de fermandar Rênas roj şehîd bû.
Heman rojê balafireke bêmirov a dewleta Tirk, navenda têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir..
Li ser êrişê QSD’ê daxuyanî da û diyar kir ji Fermandarên YPG’ê û YPJ’ê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê, Seyf El-Lah Ehmed şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn.
21’ê Tebaxê, balafirên bêmirov ên dewleta dagirker li gundê Qere Mezrê yê Kobanê , erebeyeke welatiyan bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn.
22′ Tebaxê, balafirên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya mala birîndarên şerê li dijî DAIŞ’ê li gundê Hîmo yê Qamişlo erebeyek bombebaran kir..
Di encamê de 3 Şervanên QSD’ê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girtibûn, birîndar bûn.
20’ê Cotmehê, balafireke bêmirov a bi çek a dewleta dagirker a Tirk erebeyeke welatiyan ku li pêşiya meclisa Edaletê ya Kobanê bû hedef girt..
Di encama êriş de 2 welatî şehîd bûn û di nav de zarok, 3 jî birîndar bûn..
23’ê Cotmehê jî, balafireke bêmirov a dewleta Tirk li ser rêya Kobanê-Heleb erebeyek bombebaran kir..
QSD’ê ragihand, 3 şervanên wan dema ji bo dermankirinê çûbûn Kobanê, dema vegerê de bûn hedef û şehîd bûn.
Her wiha di 23`ê Hezîrana 2020’an de jî li gundê Helincê yê Kobanê jî di encama bombebarana balafiran de 3 jin Şehîd bûn.