Nîhad Ehmed: Divê civaka navnetewî li hemberî siyaseta Tirkiyê bêdeng nemîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Nîhad Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta Tirkkirinê li herêmên Sûriyê dimeşîne û civaka navneteweyî û piranî dewletên Ereb li hemberî vê yekê bêdeng in.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Nîhad Ehmed destnîşan kir ku siyaseta Tirkkirinê ji serdama desthilata Osmanî û heta vê serdemê berdewam kir.

Bi xwespartina li perwerdekirina istixbaratî, siyaseta Tirkkirinê li herêmên li jêr dagirkeriya Enqereyê tê meşandin.

Jê zêdetir, siyaseta balkişandina li ser karmendiyê, ku divê bi Tirkî fêr bibin, li ser ciwanan dimeşîne.

Wêneyên serokên Tirkan li herêmên dagirkirî li ba dibin, ew jî ji bilî dezgehên Tirkî.

Jixwe wê ne dûr be, ku navên dibistan, sazî û avahiyan jî ne bi Tirkî bin..

“Parka Neteweya Osmanî ya li Ezazê û nexweşxaneya nîştimanî ya li Cerablusê”, ji mînakên wê ne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a a herêma Firatê Nîhad Ehmed dibêje:

“Dewleta Tirk hewl dide demografiya van herêman biguherîne, ji lew re navên kolan û dibastanan veguherandine û navên sultan û generalên dewleta Osmanî li wan kiriye.

Ev jî nîşaneyeke ku piştre bajarên Sûriyê bike Tirkî, da ku di civînên navneteweyî de mijareke rasteqînî be.

Divê civaka Erebî rastiya van siyasetan bizane, ji ber Tirkiyê dê li ser van herêmên dagir kirine bi tenê nemîne û dê hîn zêdetir herêman dagir bike.”

Nîhad Ehmed anî ziman ku siyaseta guhartina demografiyê û Tirkkirina herêmên Sûriyê, di rastiya xwe de ji bo Tirkiyê xwe li ser civaka navneteweyî û erebî ferz bike tê kirin û bi vî rengî çareseriya aloziya van herêman dê zehmet be.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îşaret bi rola Rêveberiya Xweser kir û teqez kir ku ew yekemîn proje ya herî zêde bo Sûriyê guncaw e.

Back to top button