Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Babê Şêx Ilyas Nasir ku cara yekemîn serdana Şengalê dike, îro bi Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re civiya.
Ji ber nakokiyên di navbera hin kesayetiyên Êzidî de, Babê Şêx nikaribû seredana Şengalê bike.
Piştî demek dirêj Babê Şêx cara yekemîn e serdana Şengalê dike
Babê Şêx li bajaroka Sinûnê ji aliyê gelek şêniyên Êzidî ve hate pêşwazîkirin.
Babê Şêx li pêşiya şêniyan axivî û got ku ew ji bo ji nêz ve rewşa şêniyan nas bike hatiye Şengalê û armanca wî jî ku di nava Êzidiyan de yekîtiyê ava bike.
Babê Şêx di çarçoveya seredana xwe de, îro jî Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî ziyaret kir û ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hat pêşwazîkirin.
Babê Şêx di çarçoveya serdanên xwe de bi gelek kesayetiyên Şengalê, Serok eşîr û oldarên Êzidiyan re hevdîtin pêk anîn.