Elî Bendawî: Hebûna Tirkyê li Iraqê dagirkerî ye

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Iraqê axivî. Elî Bendawî dibêje: ‘Hebûna Tirkiyê li ser xaka Îraqê dagirkeri ye, ji bo ewlekariya netewî jî çavkaniya metirsiyê ye.

Endamê Lijneya Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Rojnews re destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker ya di nava Îraqê de cihê nerazîbûnê ye û li ser ewlekariya welat jî gefe.

Bendawî got ku Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê li ser êrişan lêkolîn dike û ev mijar yek ji mijarên herî girînge.

Di dewama axaftina xwe de Bendawî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya duh li Çemçemalê dijî wesayîtekê şermezar kir û got: “Tirkiye yasayên navnetewî binpê dike.

Me daxwazên xwe radestî Fermandariya Giştî ya Artêşê kiriye.

Armanca me ewe ku civînek ewlekarî ya berfireh li ser êrişên Tirkiyê pêk bînin.

Ji ber ku bêdengî dibe sebeb ku Tirkiye destdirêjiyên xwe zêdetir bike.”

Tevgera Azadî: Divê hikûmeta Iraqê rê nede êrîşên li ser sivîlan

Li aliyê din, Berdevkê Tevgera Azadî Cuma Kerîm jî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya ser sînorê bajarokê Çemçemal şermezar kir û wiha got: Divê gelê Iraqê bi hev re li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker rawestin.

Cuma Kerîm bang li hikûmeta Iraq û Herêma başûrê Kurdistanê kir ku êdî rê nedin van êrişên li ser welatiyên sivîl.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama êrişan dewleta Tirk a li Çemçemalê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bibû.

Back to top button