PÊVAJOYA PIŞTÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê NIRXANDIN

Rayedarên Meclisa Sûriya Demokratîk û Şêwirmendê hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê William Robak geşedanên li bakur û rojhilatê Sûrî û pêvjoya piştî têkçûna DAIŞ`ê nirxandin.

Civîn li navçeya Eyîn Îsa hat lidaxistin.

Buroya ragihandinê ya MSD`ê diyar kir ku her du aliyan têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê û hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê nirxandin.

Buroya ragihandinê diyar kir ku pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ`ê jî hate nirxandin.

Rayedarên MSD`ê ji Robak re gotin li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî hîna gelek şaneyên veşartî hene û dibe careke din xwe birêxistin bikin.

Bi taybetî, Tirkiyê gefan dixwe ku êrîşî herêmê bike.

Li gorî buroya ragihandinê her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste di navbera QSD`ê û hêzên hevpeymanê de hewldan û karên hevbeş dewam bikin ku hebûna DAIŞ`ê ya erdnîgarî û ramyarî jî were tunekirin.

Leave a Reply

Back to top button