QSD’ê li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê girt.
QSD’ê eşkere kir ku ew ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û aramiya herêmê derb bike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin: “Hêzên taybet bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî li Reqayê operasyonek li dar xist.
Di operasyonê de, serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin.
Serçeteyê hatiye girtin, bi navê Ebdulbasit El Hecî ye û yek ji plangerên êrişan e.”
QSD’ê diyar kirin ku gelek telefon û belge hatin desteserkirin.
QSD’ê di dawiyê de eşkere kir ku operasyonên wan yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam bikin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.



