LI BEJAHIYA DÊRAZORÊ ŞERGIRANE, ZÊDEYÎ 90 ÇETEYAN HAT KUŞTIN

Li bejahiya rojhilatê Dêrazorê bi pêşketina şervanên QSD’ê re êdî dawiya çeteyan nêz dibe.

Çeteyên DAIŞ’ê ku dixwazin dorpêça li ser xwe rakin êrîşî şervanan kirin.

Di şerê rûda de zêdeyî 90 çeteytan hatin kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî ji herêmê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê li eniyên Şefaa û Sûse yên li eniya rojhilatê Hecînê kirin.

Şervanan jî yekser bersiv dan û li herêmê şerekî giran rû da.

Çavkanî eşkere kir ku di encama şerê ku rû da, şervanên QSD`ê gelek bargehên çeteyan rûxandin û 3 erebeyên mezin ên veguhstina mazotê teqandin.

Li gorî heman çavkaniyê, di şer de herî kêm 90 çete hatin kuştin, 12 cenazeyên çeteyan jî li qada şer man.

Her wiha gelek cebilxane jî ketin destê şervanan.

Çavkaniyan teqez kir ku şer li herêmê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê doh jî di bîlançoya xwe de ji ragihandibû ku 169 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button