HPG: Li herêma Zap’ê 17 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Fermandariya artêşa gerîllayên jin YJA-Srarê ragihand ku wan ji bo tolhildana Bêrîvan Zîlan, li Qada Şikefta Birîndaran dest bi operasyoneke şoreşgerî kirine.
Di rêzeçalakiyan de 17 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Têkildarî “Operasyona Tolhildanê” ku bi pêşengiya gerîllayên jin destpêkiriye, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku operasyon ji bo tolhidana Bêrîvan Zîlan destpêkiriye û wiha dewam dike:

“Bi pêşengiya tîmên bi tevger ên YJA-Star’ê li Qada Şikefta Birîndaran operasyona şoreşgerî destpêkir.

Di rêzeçalakiyên de derbên giran li hêzên artêşa Tirk hatin xistin.”

Navenda Çapemeniyê li ser encama çalakiyan jî ev agahî dan:

“23’ê Tebaxê danê sibê li Qada Şikefta Birîndaran hêzên artêşa Tirk hewl dan pêş de werin.

Ev hêz ketin bin kontrola tîmên bi tevger ên gerîllayên YJA-Star’ê û li dijî wan operasyoneke şoreşgerî destpêkir.

Gerîllayên jin ji 3 baskan ve li hêzên dagirker dan.

Di çalakiyan de 11 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Dema artêşa Tirk hewl da cenazeyên xwe ji qadê dûr bixe, gerîlla careke din li wan dan.

Li vir jî 2 leşkerên din hatin kuştin.

Ji ber destwerdana gerîlla, artêşa Tirk vê carê xwest cenazeyên xwe bi erebeyên zirxî ji qadê dûr bixe.

Li vir jî di encama çalakiyên sabotaj û sekvaniyê de 2 leşkerên din hatin kuştin.

Bi vî awayî di operasyona şoreşgerî ya Şikefta Birîndaran de bi giştî 15 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Cenazeyên leşkerên kuştî di bin kontrola gerîllayan de ne.”

Navenda ragihandin ya HPG’ê diyar kir ku 23’ê Tebaxê li Qada Çemço jî hêzên artêşa Tirk xwestin nêzî çeperên şer bibin.

Di encama lêdana gerîlla de 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Têkildarî êrişên dewleta Tirk jî HPG’ê ev agahî parve kirin:

Di navbera 22 û 23’ê Tebaxê de artêşa dagirker,

12 caran bi teqemeniyên kîmyewî, 7 caran bi helîkopterên şer û 4 caran jî bi balafiran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Back to top button