Rêxistina Freedom Forum wêneyên nûçegihanê ANHA û Çira TV, kir nava peykerên sembolîk

Rêxistina Freedom Forum, navên 2 rojnamevanên Kurd ku di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye, li ser malpera xwe, xistin nava peykerên sembolîk. 

Rêxistinê, çîroka 11 jin û mêrî tev li peykera sembolîk a rojnamevanan kir.

Di nav wan de, şehîd Saed Ehmed nûçeghanê ANHA û Mihemed Hidên Reşo nûçghanê Çira TV jî, hene.

Dihat payîn, şahiyek xelatkirinê li dar ketiba, lê ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê, ev yek hat betalkirin.

Freedom Forum, di sala 1991 de ji bo parastina azadiya fikir û çapemeniyê hat damezirandin.

13’ê Cotmeha 2019’an, herdu nûçegihanan, dema karwanên sivîlan li Serê Kaniyên dişopand, di bomberbarana balafirên dewleta Tirk de, şehîd bûn.

Back to top button