45 Rêxstinên Sûrî: Divê dagirkeriya Dewleta Tirk li ser xaka me, bi dawî bibe

Berî niha “NY”, û rêxistina Human Rights Watch (HRW) binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê belge kirine. Ji bo van kirinên hovane, zêdetirî 40 rêxistinên Sûriyê jî, banga danîna biryarek navneteweyî li dijî Tirkiyê kir ku dagirkeriya wê li ser xaka Sûriyê bi dawî bibe. 

45 rêxistinên Sûrî bi daxuyaniyekê hevpar banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê kir.

Rêxistinan, teqîna 28’ê Nîsanê ya li Efrînê, ku herî kêm 60 kes bûn qurban û piraniya wan jî sivîl bûn, bi bîr xist.

Di daxuyaniya xwe de, her 45 rêxistinan, destnîşan kir ku “li Efrînê, bi hezaran binpêkirin li dijî şêniyên resen ên Kurd hatine kirin û milkên wan hatine talankirin”.

Ev kirinên hovane, ji aliyê rêxistina Human Rights Watch û ya Efûya navndewletî jî hatine belgekirin.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya “NY”, bi raporekê destnîşan kir ku “ev binpêkirin hîna berdewam in”.

Rêxistinên Sûrî teqez kir ku, ev yek li Efrînê, weke beşekî siyaseta guhertina demgorafîk û guhertina nasnameya herêm û niştecihên wê, tên kirin.

Rêxistinan banga bidawîkirina vê senaryoyê kir û xwest koçber vegerin warê xwe û herêm ji meclisek serbixwe re were radestkirin.

Herî dawî, her 45 Rêxistinên Sûrî diyar kir ku “divê biryareke Navneteweyî ji bo bidawîkirina dagirkeriyê bê danîn û li gorî lihevkirina Cinevê ya 4. hikumeta Tirkiye û çeteyên wê bên cezakirin”.

Back to top button