“Divê gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê rabe ser pêyan”

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibin.

Şêniyên navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê û aktivîstên mafên mirovan yên Herêma Germiyan nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û xwestin her kes li dijî êrîşan rabin ser pêyan.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seran Eacîb jî diyar kir ku parlamentoya Îraqê hefteya bê li ser êrîşên dagirkeriyê wê civîneke awarte li dar bixe.

Bi dewamkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê, gelê herêmê helwestê xwe beramberî van êrîşan nîşan didin.

Şêniyên navçeya Pênciwên ya Başûrê Kurdistanê dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe nîşan da.

Şêniyê bi navê Bextiyar Elî diyar kir ku ti mafek Tirkiyê tine xaka başûrê Kurdistanê dagirk bike.

Bextiyar Elî destnîşan kir ku divê hemû welat dijî bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve dengê xwe derbixin.

Şêniyê bi navê Emer Mehmud jî teqez kir ku dagirkeriya Tirk çekên kîmawî li dijî gelê kurd bi kar anî, divê gel rabe ser peyan.

“Heta gerlîna hebe, tu metirsî li ser Kurdan nîn e”

Aktivîstên mafên mirovan yên Herêma Germiyan jî, nerazîbûna xwe dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê anîn ziman.

Aktivîst Heyer Fazil da zanîn ku dagirkerî hem di aliyê navnetewî hem jî aliyê yasayî de, dikeve çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan û bang li Hikûmeta Iraqê kir ku di vê mijarê de xwedî rolek girîng be.

Aktivîst İdris Heme Xerîb jî da xuyakirin ku dagirkeriya dewleta Tirk îspat kir ku Sedam Hisênek din derketiye, ew jî Erdogan e.

İdris Heme Xerîb tekez kir ku heya gerîla hebe ti metirsî li ser Kurdan nînin.”

Parlamentoya Îraqê hefteya bê wê civîneke awarte li dar bixe

Di heman çarçoveyê de, endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seran Eacîb ji Rojnews’ê re axivî û tekez kir ku parlamantoya Îraqê ji ber êrîşên dagirkeriya Tik li ser Başûrê Kurdistanê, wê hefteya civîneke awarte li dar bixe.

Seran Eacîb daxuyakirin ku wê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê dijî destwerdana TIrkiyê bêdeng nemînin..

Back to top button