Sûcên Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê li Şehbayê hatin şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi hevkariya ENKS`ê û PDK`ê xwepêşandanek li darxist.

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişê heremê dike, heremên dagirkirî sûcên şerdike û vê sûcûn xwe yên li dijî kurdan jî, bi hevkariya PDK û ENKS’ê rewa dike.

Şêniyên şehbayê jî ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û hevkariya ENKS û PDK’ê daketin qadan.

Bi hezaran xwepêşandan bi dirûşmeya “Na ji xiyanetê re na ji dagirkeriyê re bijî berxwedan gelan” daketin qadan û sûcên dewleta tirk bi hevkariya pdk ê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji têketina navçeya Fafînê dest pê kir heta dibistana Şehîd Çekdar a navçeyê meşiyan.

”Bang li PDK’ê û ENKS’ê hate kirin ku dev ji parastina terorîstan berdin”

Paşê endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Eliye Ebdo û Zuher El Helebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li PDK û ENKS`ê hate kirin ku dev ji parastina terorîstan berdin.

Her wiha hate gotin ku Li Başûrê Kurdistanê PDK`ê hevkariya dewleta Tirk a dagikrer dike ku şerê gerîla bike.

Li Rojava jî, ENKS`ê piştgiriya Erdogan dike ji bo ku xewnên gelê Kurd tune bikin.

”Em niha ji her demê bêtir nêzî rizgarkirina Efrînê ne”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankriin ku niha ji her demê bêtir gel nêzî rizgarkirina Efrînê ye, ji ber wê êriş li dijî herêmê tê kirin.

”Wê malbatên şehîdan heya dawî li dijî tecrîdê têbikoşin”

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û hate diyar kirin ku malbatên şehîdan wê li dijî tecrîdê heta dawî têbikoşin.

Back to top button