Şêniyên Heremê: Li dijî tecrîdê heta dawî em ê têbikoşin

Endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê girankirina tecrîdê hemwextî bêdengiya navneteweyî wek berdewamiya planên dewletên kapîtalîst ên li dijî ramana Rêber Abdullah Ocalan û gelên bi saya ramana wî azad bûne, bi nav kir.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ê Minbicê Ednan Xelîfe der barê tecrîdê de got:

“Rêber Abdullah Ocalan xwediyê projeya neteweya demokratîk ku ev proje jî bûye çareseriya pirsgirêkên herêmê.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û li CPT’ê ê dikin ku xwedî li erka xwe derkevin.”

Endama însiyatîfê Buseyne El Hesen jî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Îmraliyê wek siyasetên dermirovî bi nav kir.

Endamê însiyatîfê Mihemed Husam El Şewax jî destnîşan kir ku cezayên dîsplînî rêbazeke nû ya zexta derûnî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Endama komîteyê Rabia Bekro kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye.

“Tecrîda li ser Rêber Apo li ser jinê ye”

Back to top button