Dewleta Tirk êrişî Til Temirê kir

Dewleta Tirk demên dawiyê radeya êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine.
Dagirkeran careke din êrişî Rojavayê Til Temirê kirin.

Şevê din dewleta Tirk êrişî navçeya Til Temirê kir.

Taybet gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeyê topbaran kir.

Li gor agahiyan gundê Um El Kêf bi çekên giran hatiye armancgirtin.

Lê agahiyên berfirehtir der barê encamên topbaran de nehatin bidestxistin.

Balkêşe ev êriş hemwextê operasyona QSD’ê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk hat.

Gundekî Şêrawa bû armanca êrişên Tirkiyê

 

Back to top button