SEXTEKARÎ Û HÎLEYÊN AKP’Ê DI HILBIJARTINÊ DE XUYAYÎ BÛN

Di hilbijartina herêmî de gel bi kelecanek mezin berê xwe da sindoqan û bi hêvî û biriyara serkeftinê deng ji HDP’ê re dan.
Tevlîbûna gel a hilbijartinê û dengdayîna wan ji HDP’ê re li AKP’ê û dûvkên wê xweş nehat.
Lewma wek her hilbijartinê AKP’ê bi hîle û sextekariyan hewl da hilbijartinê bi aliyê xwe ve bibe .
Li gelek bajar û navçeyan bi rêbazên cûda leşkerên AKP’ê gef li gel xwarin da ku deng bidin AKP’ê

Îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî pêk hat.

Di dema hilbijartinê de li gelek bajaran wek her carê sextekarî ji aliyê AKP’ê ve hat kirin.

Li navçeyên Karaz, Şankuş, Pîran û Lice yên Amedê di navbera namzetên keyaya ne de şer derket.

Di şerê navbera keyayan de 33 kes birîndar bûn.

Li Edene jî di navbera keyayan de şer derket.

Li bajaroka Dîgnûk a Kopê jî di navbera namzetên AKP û SP’ê de şer deket û 4 kes birîndar bûn.

Her wiha li Sêrtê di navbera cerdevan û erkdarên sindoqê yên HDP’î de niqaş derketin.

Di niqaşan de polisekî ji parlamenterê HDP’ê Siddik Taş re got:

“Tu ne wekîlê me ye. Tu wekîlê terorîstan e.”

Ji bajarên mîna Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya polîsan veguhezandin Navçeya Xelfetiyê.

Bêyî ku belgeya jimara 142’an a polîsan hebe deng bikar tînin.

Li Gundê Hîlali yê navçeyê ji ber dengên vekirî hatin bikaranîn dengdayîn hat rawestandin.

Di navbera HDP’î, polîs û AKP’iyan de nîqaş derket.

Parêzeran got divê dengên vekirî hatine bikaranîn bên betalkirin.

Li Navçeya Elkê ya Şirnexê jî tevî ku esker ne wezîfedarên fermî bûn jî bi unîformayên xwe eskerî xwestin deng bikar bînin.

Wezîfedarên HDP’ê yên sindoqan esker hişyar kirin.

Esker neçar man ku unîformayên xwe derxin.

Li aliyê din jî Li ser daxwaza (HDP) gelek heyet ji Ewropa hatin Tirkiye û hilbijartin şopandin.

Heyeta Ewropa ya ji Îtalya hatin Amedê , li navçeya Hênê hatin binçavkirin.

Endamên heyetê yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Hênê.

Leave a Reply

Back to top button