Parlamenterê Iraqî ji hikûmetê xwest mijara şandina çeteyan bo Başûr lêkolîn bike

Endamê Parlamentoya Iraqê Fadil El Fetlewî ji hikûmeta Iraqê xwest ku derbarê şandina çeteyên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, lêkolînê bike.

Endamê Parlamentoya Iraqê Fadil El Fetlewî jî derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

El Fetlewî destnîşan kir ku liv û tevgerên dawî yên dewleta Tirk ên li Herêma Kurdistanê nîşan didin ku pêwendiya Hewlêr û Enqereyê bi eşkereyî heye.

Fadil El Fetlewî da zanîn ku dewleta Tirk bi berdewamî li dijî Kurdan sûc dike û got: “Ji ber ku hikûmeta Bexdayê dijî van pêkanîna bêdenge û helwestek lawaz nîşan dide, ev sûc dewam dikin.”

Fadil El Fetlewî di dawiyê de bang li Hikûmeta Iraqê kir ku di zutirîn demê de êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina li ser xaka Iraqê bidawî bike.

Back to top button