Ann Linde: Ev biryar şaş e, QSD’ê hevkarê me yê baş e

Tevî ku QSD’ê cîhan tev ji terora DAIŞ’ê rizgar kir lê Swêdê eşkere kir ew ê alîgirên QSD’ê ji mafê hemwelatîbûnê pê bar bikin. Lê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ev biryar şaş û ne di cih de dît û anî ziman QSD hevkarekî baş e.

Li şûna ku QSD’ê ya ku zêdeyî 11 hezar şehîd di şerê li dijî DAIŞ’ê de daye were xelatkirin, biryarên şaş derheqê wê de tê girtin.

Di raporek radyoya “Ikon” de hat diyarkirin ku Swêdê dê alîgirên QSD’ê û kesên berê di nav de çalak bûn, ji mafê hewmelatîbûnê bê par bikin.

Ev biryar YPG û PYD’ê jî digre nava xwe, li gorî Ikon, buroya koçberiyê li Swêdê îdîa kiribû ku ji ber binpêkirinên QSD’ê wan ev biryar girtine.

Tevî ku Swêdê Hêzên Sûriya Demokartîk hevkarên xwe di têkoşîna li dijî terorê de de dibînin ev biryar girt.

Li ser vê biryarê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde destnîşan kir ku, biryara bêparakirina Kurdan ji mafê hemwelatiya Swêdî nebaşe û îşaret pê kir ku kurd û QSD’ê hevkarên wan ên baş in.

Di vê çarçoveyê de, Buroya koçberiyê li Swêd, sozda ku ew ê ji nû ve biryarê lêkolîn bike û gavên rast û pêwîst pêk bînin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Swêdê Şiyar Elî derbarê vê miijarê de ji televizyoan me re axivî.

Back to top button