Li peravên Mîdîllî keştiyek koçberan noqî avê bû

Li peravên Girava Mîdîllî ya li Derya Egeyê keştiyeke koçberan noqî avê bû.
4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li peravên Mîdîllî keştiyeke koçberan a 22 kes têde bûn, noqî avê bû.

Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ewlekariya Peravî ya Yewnan ragihand ku li peravên Mîdîllî ragihandin ku 18 kes hatine rizgarkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, koçberên hatin rizgarkirin derbasî bendergeha Mîdîllî hatin kirin.

Bendergeha Mîdîllî ew dever e ku koçberên ji peravên Tirkiyeyê bi rê dikevin bi giranî berê xwe didin wê derê.

Rayedaran li ser sedema noqbûna keştiyê û agahiyên têkildarî nasnameya kesên di keştiyê de bûn daxuyaniyek nedan.

Li Derya Egeyê salên dawî gelek caran trajediyên koçberan rû dan.

Meha Hezîranê keştiyek ku 750 koçber tê de bûn û ji Lîbyayê berê xwe dabû Îtalyayê, li peravên başûr-rojavayê Yewnanistanê noqî binê avê bûbû.

Nêzî 100 kes hatibûn rizgarkirin, lê belê cenazeyên 82 kesan hatibûn dîtin.

Back to top button