Li Girê Spî 65 penaberên Sûrî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker 65 penaberên din yê Sûrî li Girê Spî bi cih kirin.

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker doh 65 penaberên Sûrî yên ku ji Tirkiyê hatine derxistin, radestî çeteyên Polîsa Leşkerî kir da ku wan li malên koçberên kantonê bi cih bikin.

Bi wê re hejmara penaberên Sûrî yên li kantona dagirkirî ji destpêka vê Tebaxê ve bi cih kirine, derket hezar û 273 penaberî.

Hemwextî derxistina penaberên sûrî ji Tirkiyê û bicihkirina wan li kantona Girê Spî ya dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker hejmarên din ji penaberên ji Tirkiye derdixe û bi rêya deriyê Bab El Hewa û Bab El Selam derbasî deverên dagirkirî yên Sûriyê; Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dike.

Heta niha di vê mehê de hejmara penaberên Sûrî yên ji Tirkiyê hatine derxistin û li herêmên dagirkirî yên Sûriyê hatine bicihkirin, gihaşt 12 hezar û 600 penaberî.

Dewleta Tirk li Girê Spî 98 kes din bi cih kirin

Back to top button