Şehîd Musene Ebdulkerîm li Tebqayê hat bibîranîn

Şêniyên bajarê Tebqayê endamê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê şehîd Musene Ebdulkerîm di salvegera 1’emîn a şehadeta wî de, bi merasîmekê bi bîr anî.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî û sivîl, tevgerên ciwan û jinan, mêvan ji Minbic, Reqa û rûspiyên eşîrên Tebqayê beşdar bûn.

Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê Amir Enad bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveberiyê Mihemed Subhî wiha axivî:

“Şehîd Musene ji bo belavkirina têgeha neteweya demokratîk gelek fedakarî kir.

Ew ne kesekî normal bû, ew her tim tev hevrê, heval û malbata xwe li eniyên pêş bû û azadîxwaz bû.”

Her wiha, serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Xelef soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxisti da.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Musene Ebdulkerîm a di nav partî û hunerê de hat pêşandan.

Tirbespiyê-Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin bibîranîn

Back to top button