Bi însiyatîfa xelkê taxa Qidûrbegê, akademiyeke birdozî li taxa Qidûrbegê ya Qamişloyê bi armanca belavkirina fikrê azad ê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin.
Di merasîma vekirina akademiya bi navê şehîd Bingeh de, bi dehan xelkê taxê û endamên 11 komînên taxê beşdar bûn.
Dayika şehîd Bingeh Qidûrbeg Zeyneb Tahir û xwişka wî Xedîce Hisên û dayîka şehîd Mihemed Salih Sûriya Îbrahîm Osman, navenda akademiyê vekir.
Di serî de endamê Komîteya Perwerdeyê ya akademiyê Mihemed Cemîl vekirina akademiyê pîroz kir û got:
“Em tev hewcedarên gavên wiha ne, ji ber wê jî me ev akademî ji bo şêniyên taxê vekir.”
Cemîl destnîşan kir ku armanc ji vekirina vê akademiyê ew e ku şênî perwerdeya fikrî û îdeolojî li ser bingeheke exlaqî ya demokratîk û li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan bibînin.
Mihemed Cemîl wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Em dê akademiyê bikin cihê belavbûna fikrê azad ê pêşxistina civakan ber bi demokrasiyê ve.”



