Pêngava komkirina îmzeyan bi dawî bû

Însyatîfa Gel ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê dawîbûna pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ragihand.
Însyatîfê eşkere kir ku di çarçoveya pêngavê de bêhtirî 2 milyon û nîv îmzeyî hatin komkirin.
Însiyatîfê ji CPT’î xwest ku bersiva xelkê bide û rewşa rêber Apo zelal bike.

Di 22’yê Çileya 2023’an de Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Îro Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encama vê kampanyayê bi rêya daxuyaniyekê eşeker kir.

Daxuyanî li Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên înisiyatîfê pêk hat.

Bêtirî 2 milyon û 626 hezar îmze hatin komkirin

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî ve hat xwendin, wiha bû:”

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêngava komkirina îmzeyan bi beşdariya hemû pêkhateyan, tevî gelê me yê li Paytexta Sûriyê Şamê, Lubnan û Başûrê Kurdistanê, dihat meşandin.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya rêxistinên mafên mirovan bi taybetî CPT’yê bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin:

Çivak daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber APO dikin.

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Back to top button