Arifê 15 salî ku çeteyan mala wî desteser kirine li kolanên Efrînê dimîne

Malbatên çeteyan ku li malên Efrîniyan hatine bicihkirin, li zarokekî Efrînî dan û nehiştin ew bikeve mala xwe. Ev zarok ev çend rojin li kolanan radize

Zarokê Efrînî Arif Silêman yê 15 salî ku li Tirkiyê koçber bû, berî 10 rojan ji aliyê dewletê ve hat girtin û dersînorkirin..

Silêmanê 15 salî piştî ku hatiye dersînorkirin ji Tirkiyê, berê xwe daye Efrînê da biçe mala xwe, lê ji aliyê malbatên çeteyan ku di mala wî de hatine bicihkirin rastî lêdanê hatiye û hatiye qewtandin.

Arif Silêman ji ber rê nadin bikeve mala xwe, ev çend rojin li kolanan dimîne û radize.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan Malbatên çeteyan, piştî dagirkirina Efrînê, li cih û malên Efrîniyan hatin bicihkirin.

Back to top button