Navenda ragihandinê a QSD’ê, da zanîn ku hêzên wan bi du çalakiyên cuda, 4 çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê û Dêra Zorê girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê herdû çalakiyan daxuyaniyek da.
QSD’ê da zanîn ku bi beşdariya hêzên Yekîniyên Antî Terorê YAT’ê û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, li dijî şaneyên DAIŞ’ê 2 çalakiyên ewlehiyê pêk anîn e.
Li gorî QSD’ê, çalakî roja 12 û 19’ê Kanûnê li Dêra Zorê û navçeya Şedadê pêk hatine.
Di her du çalakiyan de, 4 çeteyên ku amadekariya êrişên li ser herêmê dikirin û şane bi rêxistin dikirin hatin girtin.
Her wiha di çalakiyan de gelek çek, alavên leşkerî û telefon hatin desteserkirin.