Li Wan a bakurê Kurdistanê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser malan û 14 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê danê sibehê avêtin ser taxa Xaçortê.
Polîsên ku derî şikandin ketin hndirê malê, alav ji hev belav kirin û 14 kes binçav kirin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek bi rêya postayê, weke hinceta binçavkirinê hate nîşandan.


