Rêya M4 ku yek ji armancên sereke yên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ye, bi awayekî rojane tê topbarankirin.
Artêşa Tirk û komên xwe yên çete weke her car rêya M4 û gundê Mişêrfê dan ber topan.
Artêşa dagirker şevê din bi çekên giran êrîşî gundê Mişêrfê û rêya M4 ên navçeya Eyn Îsayê kir û bi dijwarî ew topbaran kirin.
Li ser encamên vê topbaranê, agahî hîna bi dest neketine.
Li dijî navçeya Eyn Îsa û derdora wê, bi armanca dagirkirinê, rojane êrîş pêk tên.