Hevserokên Giştî yên HDP’ê Bûldan û Sancar, diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û gotin:
Daxwazên girtiyan zelal in. Ger hiqûq bê bicihanîn wê daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin. Ji ber ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih nayîne, pirsgirêk mezin dibin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi hevşaredarên partiya xwe re di civîna onlînê de, li hev kom bûn.
Pervîn Bûldan pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê yên beriya mehekê bi bîr xist û got:
Peyameke girîng ji hikumetê re hate dayin.
Bûldan bal kişand ser rewşa li girtîgehan û ev tişt anî ziman:
Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelalin.
Ne ew daxwazin ku neyên bicihanîn.
Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere.
Meseleya tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li Kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e.
Bûldan doza ku ji bo girtina HDP’ê hatiye vekirin jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê îdîanameyeke bi vî rengî careke din qet nekeve rojeva Tirkiyeyê.
Bûldan diyar kir ku li dijî êrîşên li ser wan, amadekariyên wan hene û planên wan yên A, B, C jî hene.
Dagirkirina qeyûman ya di şaredariyên HDP’ê de jî di rojeva hevserokan de bû.
Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin.
Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we.
Sancar: Pêvajoya têkbirinê derbasî qonaxeke nû bûye
Mîthat Sancar jî got, “Pêvajoya heyî weke ‘meşandina plana berê bi gavên nû’ pênase kir” û anî ziman ku pêvajoya tasfiyekirin û têkbirinê derbasî qonaxeke nû hatiye kirin.
Sancar diyar kir ku rejîma qeyûm weke amûrek ji plana teslîmgirtina gelê Kurd hatiye bikaranîn û ev tişt anî ziman:
Gelê Kurd bi taybetî li Rojhilata navîn û Sûriyeyê, li beşên din ên Kurdistanê weke aktorên herî girîng bilind bûye.
Ev yek rejîmê û hin hêzan ditirsîne.
Bi kurtasî polîtîkayên li Tirkiyeyê tê meşandin ji polîtîkaya giştî ya li dijî Kurdan cuda nîne.