Pentagon: 15 km maye Rûsya bikeve paytext Kievê

Şerê Ûkrayna di hefteya 3’yan de ye. Pentegon ragihand ku hêzên Rûsî tenê 15 km ji paytext Kîev dûr in. Wezareta Karê hûndir a Ûkraynayê ragihand li bajarê Mariupolê di encama êrişên Rûsyayê de 2 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Senatoya Amerîkayê jî bi pêşnûmeyekê got: “Pûtîn li Ûkraynayê sûcê şer kiriye.” Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî diyar kir ku yê ku şer daye destpêkirin Vîladîmîr Putîn e û yê şer bide sekinandin jî ew bi xwe ye.

Şerê li Ûkrayna di heftya 3’an de bi hemû dijwariya xwe didome.

Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand tenê 15 Km maye hêzên Rûsî bikevin Kievê.

Wezareta Karê hûndir a Ûkraynayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ji sibê ve Hêzên Rûsya bombebaraneke mezin li dijî Kievê dane destpêkirin.

Wezaretê eşkere kir hêzên Rûsî sivîlên li Kîevê dikin armanc û di encama êrişa hêzên Rûsî ya li ser avahiyeke 12 qatî de, 2 sivîl birîndar bûne.

Ûkrayna: Li bajarê Mariupol 2 hezar û 500 kes hatin kuştin

Wezareta Karê Hindir a Ûkraynayê ragihand jî di encama êrişên artêşa Rûsya ya li ser bajarê Mariupol de 2 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 20 hezar kes jî bi derfetên xwe karîbûn ji qada şer derkevin.

Wezartê eşkere kir ku 200 hezar kes asê mane û pêwîst e ji bajêr werin derxistin.

Ûkrayna qedexeya derketina derve ragihand

Ji ber zêdebûna êrişan li ser Kievê Hikumeta Ûkraynayê bi daxuyaniyekê qedexeya derketina derve ji bo sivîlan heta 35 se’etan li bajêr ragihand

Îgor Konaşenkov: Me heta niha 128 baregehên leşkerî yên Ûkranî têk birine

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî bi daxuyaniyekê ev agahî bi parve kirin:

Hêzên me li Ûkraynayê bi pêş ve diçin û di nav de 7 depoyên çekan, heta niha 128 baregehên leşkerî têk birine.

Senatoya Amerîkayê putîn weke sûcdarê şer qebûl kir

Bi pêşengtiya Senatorên Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham, 20 senatorên Amerîkî pêşnûmeyeke ku “Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wek sûcên şer kiriye” da Senetoya Amerîkayê.

Bi piraniya dengan Senatoya Amerîkayê pêşnûme qebûl kir û ragihand Pûtîn di êrişên xwe yên li ser Ûkraynayê de sûcê şer kiriye.

Jens Stoltenberg: Tenê Putin dikare şer rawestîne

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî diyar kir ku yê ku şer daye destpêkirin û êrişî Ûkraynayê dike Serokê Rûsya Vîladîmîr Putîn e û yê şer bide sekinan din jî ew bi xwe ye.

Stoltenberg bang li Putîn kir ku vî şerê rawestîne.

Zelensky: Divê hevdîtinên bi Rûsyayê re bidomin

Rayedarên Polonî, Çekya û Slovenya jî ji bo agirbest û çareseriyê bi serokê Ûkrayna Vlodomir Zelenskiy re hevdîtinek pêk anî.

Zelensky got ” Em dixwazin hevdîtinên bi Rûsyayê re bidomin.”

Back to top button