Koçberên fermana Şengalê vedigerin ser axa xwe

Nemir Silêman ku beriya heftiyek tevî malbata xwe ji Kampê derbasî warê xwe bû, behsa çîroka fermanê û vegera xwe kir.
Silêman destnîşan kir ku, wan ti carî herêma xwe ewqas bi ewle û aram nedîtine û bang li xelkê Êzidî yên li kampan dimînin kir û werin bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin.

Êzidiyên Şengalê ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an neçar man cih û warên xwe berdin, vedigerin ser axa xwe.

Nemir Silêman yek ji şêniyên ku beriya heftiyek tevî malbata xwe ji Kampa Bacid Kenala derbasî Sîba Şêx Xidir bûye.

Bi wesîleya 9’emîn salvegera komkujiya Şengalê Nemir Silêman behsa çîroka fermanê û vegera xwe kir.

Nemir Silêma êrişên destpêkê yên li dijî Şengalê bibirxist û got

Pêşmergeyên qaşo ji bo parastinê li wir bûn, gel bêparastin hiştin û reviyan.

Ji ber nebûna çek em neçar man ji bo parastina xwe berê xwe bidin çiya

Silêman diyar kir ku, gelek xelkê Şengalê bawerî bi soza PDK’ê dianî û wiha dewam kir,

“PDK’ê digot ‘ji mala xwe dernekevin.’ Ew wisa hatin xapandin û di malên xwe de man.

Gelek ji wan dîl ketin destê çeteyan û heya niha çarenûsa wan ne diyare.

Di dewamê de Nemir Silêman têkildarî vegera li ser warên xwe ya piştî rizgarkirina Şengalê axivî û wiha got:

Di vê dema dawî de xelkê Sîbayê ya ku ev 9 sal in di kampên Başûrê Kurdistanê de diman, vegeriyan mal û warên xwe û komlgeha xwe ji nûve ava dikin.

Di van herdu mehên derbasbûyî de zêdetirî 500 malbatî vegeriyan warên xwe û ev veger dewam dike.

Silêman: Me ti carî herêma xwe ewqas bi ewle û aram nedîtiye

Silêman destnîşan kir ku, wan ti carî herêma xwe ewqas bi ewle û aram nedîtine û ev tişt anî ziman:

“Ji ber ku zarokên me parastina me dikin.

Helbet dema zarokên me parastina me bikin em ê jî di nava ewlehî û aramiyê de bijîn.

Pergalek rûniştî heye, hemû hewcedariyên gel têne pêşwazî kirin.

Nemir Silêman bang li Êzidiyên li kampan dimînin kir

Nemir Silêman di dawiyê de jî bang li xelkê Êzidî yên li kampan dimînin kir û got,

“Ger hûn îro werin ji sibe çêtire. Werin em bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin.”

189 koçberên Êzîdî ji kampên Duhokê vegeriyan Şengalê

Back to top button