Tecrîda li dijî Rêber Apo li Almaniya hat şermezarkirin

Li dijî tecrîda li ser rêber Apo li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê mîtîng hat lidarxistin. 

Li hember tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan, bertek li derveyî welatî jî zêde dibin.

Di vê derbarê de li Freîbûrga Almanyayê mîtîng hat lidarxistin û têde tecrîd hat şermezarkirin.

Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.

Hevserokê navendê Salîh Torî di mîtîngê de axivî û ev tişt anî ziman:

“24 meh in em tu agahî ji Rêberê xwe nagirin, em ji rewşa wî bi fikar in.

CPT di vê mijarê de durûtiyê dike. Nêzîkatiya CPT li gorî daxwaz dewleta Tirk e.

Em daxwaz dikin ku demildest bi Rêbertiya me re hevdîtin were kirin. Sebra Kurdan nemaye.”

Salîh Torî banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê ku wê 15’ê Nîsanê bê lidarxistin, kir.

Back to top button