Tony Burke: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîst e her kes têbikoşe

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite The Unionê Tony Burke diyar kir ku Ocalan ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn, aktorekî sereke ye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêwîst e her kes têbikoşe.

Tony Burke têkildarî pêngava “Dem Hatiye” ku ji bo azadiya RêberAbdullah hatiye destpêkirin ji rojnameya ROJEV ya Mexmûrê re axivî.

Tony Burke dibêje, tecrîda li Îmraliyê, hovitiya deweta Tirk nîşan dide û divê ji bo azadiya Ocalan bê navber çalakî werin lidarxistin.

Her wiha anî ziman “Ocalan ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn, aktorekî sereke ye.

Û ji bo dawîanîna tecrîdê, me pêngava “Dem Hatiye” da destpêkirin.

Pêwîst e her kes piştgiriyê bide vê pêngavê.”

Tony teqez kir ku ew di wê baweriyê de ne, Çawa ku Nelson Mandela pirsgirêka Afrîkaya Başûr çareser kir, Wê ocalan jî pirsgirêka Kurd û mirovahiyê çareser bike.

Back to top button