Newroz Ehmed: Dewleta Tirk dixwaze ji rewşa heyî sûdê bigire û herêmê tevî dagir bike

Endama Fermandariya Giştî ya QSD Newroz Ehmed dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze ji rewşa heyî sûdê bigre û herêmê dagir bike.” Her wiha ragihand ew niha dinava hewldanan de ne ku bi hikumeta Şamê re çareseriyeke hevbeş bi hev re li dijî gef û êrişên dewleta Tirk bibînin.

Têkildarî rewşa dawî ya herêmê, taybet gef û êrişên dewleta Tirk ên dawî, Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed bersiva pirsên ajansa Nûjinha da.

Newroz Ehmed destpêkê li ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmê ev got:

“Dewleta Tirk dixwaze ji rewşa heyî sûdê bigre û xeyalên xwe yên demdirêj ku ji berê de dixwest bi cih bîne, zindî bike.”

Newroz Ehmed: Projeya neteweya demokratîk pirsgirêka heyî ji holê radike

Weke çareserî ji rewş û aloziya heyî re, Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê dibêje:

“Projeya neteweya demokratîk pirsgirêka heyî ji holê radike û gel nêzî hev dike.”

Newroz Ehmed: Em bi hikumeta Şamê re di nava hewldanê de ne ku çareseriyeke hevbeş bibînin

Fermandar Newroz Ehmed destnîşan kir ku ew di nav hewldanê de ne ku bi hikumeta Şamê re çareseriyeke hevbeş bi hev re li dijî gef û êrişên dewleta Tirk bibînin.

Newroz Ehmed: Gelê herêmê li hemberî gef û êrişan xwe amade kiriye

Dawiyê Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed li dijî va gef û êrişên Tirkiyê yên dawî ev peyam da:

Back to top button