HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN DEST BI XEBATÊN XWE YÊN MECLISÊ KIR

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Meclîsê sond xwar û dest bi xebatên xwe kir. Leyla Guven diyar kir ku dema li Meclîsê sond xwariye Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayikên laçikspî û hemû jin hatine ber çavên wê. Guven ji bo pêvajoya bê jî got: Ew ê ji bo jiyaneke demokratîk li her qadê bixebitin. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî salekê li Lijneya Giştî ya Meclîsê sond xwar.

Guven piştî axaftinên ji derveyî rojevê, derket kursî û sonda parlementeriyê xwar.

Parlementerên HDP’ê û CHP’ê piştî Guven sond xwar li çepikan xistin.

Guven piştî sond xwarinê, dê karibe xebatên Lijneya Giştî bişopîne û bibe endama komîsyonan.

Guven a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya Amedê dewam kir, piştî banga Ocalan a “Greva birçîbûnê û rojiya mirinê gehiştine armanca xwe, ez li bendême ku hûn çalakiya xwe bi dawî bikin’ di roja 200’an de greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kiribû.

Guven, piştî çalakiya xwe bi dawî kir, heya demekê li nexweşxanê ma û dûre ji nexweşxanê hatibû derxistin.

LEYLA GUVEN:
DEMA MIN SOND XWAR, HEMÛ JIN HATIN BER ÇAVÊN MIN

Piştî bidawîkirina çalakiya xwe Guven yekem car li ser armanc û biryara çalakiya xwe axivî.
” Di girtîgehê de min biryara vê çalakiyê girt.
Min anî ziman ku êdî gelê kurd tecrîdê qebûl nake, divê bêhiqûqîtiya heyî ji holê bê rakirin û bi vî awayî min dest bi çalakiya xwe kir.
Di vê rêyê de belkî tiştên vegera wan tune ne jî biqewimiyana.
Loma qet nedihat bîra min ku wê roj bê û ezê bêm Meclîsê sond bixwim.”

Guven, bal kişand ser mîsyona jinên di dema çalakiya greva birçîbûnê de û got:

“Wexta min sond xwar, hemû jin; Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên kitanspî di ber çavên min re derbas bûn. “

Leave a Reply

Back to top button