Li rojhilatê Hemayê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendeke kontirolê yê hêzên hikûmeta Şamê li gundewarê Hemayê yê rojhilat kir, kuştî û birîndar ji herdu aliyan ve çê bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bendeke kontirolê yê hêzên hikûmeta Şamê li gundewrê rojhilatê Hemayê kir.

Di encamê de şer navbera herdu aliyan derket.

Li gorî Çavdêriyê kuştî û birîndar ji herdu aliyan ve çê bû.

Her wiha çeteyan tanqekê hêzên hikûmetê teqand.

Back to top button