Êrişên dewleta Tirk a Dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, ranewestiyan e. Îro rojavayê Eyn Îsayê û gundê Til Temir bû hedefa êrişên dagirkeriyê.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker roj derbas nabe ku êrişan pêk nayîne.
Rojane navçe û gundên herêmê rastî topbaranê tên.
Îro jî Artêşa Tirk a dagirker aliyê rojavayê navçeya Eyn Îsa topbaran kir.
Li gorî agahiyan, rojavayê navçeyê bi sivîlan dagirtî ye.
Her weha balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk, gundê Uca yê navçeya Til Temirê bombebaran kir.
Hat zanîn ku di encamê de zirarên madî çêbûne.