Li Parisê çalakiyên girseyî ji bo komkujiyên Parîsê tên lidarxistin

Li Parîsê ji bo komkujiya 10 sal berê û ya ku di 22’ê Kanûna 2022’an pêk hatî de wê di 3 û 7’ê Çileyê de merasîm û çalakî werin lidarxistin.

Li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Hevserokê Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez daxuyanî dan.

Xanê Akdogan got: “Ji vir em bang li gel û dostên xwe yên li Parîs û derdora wê dikin da tevlî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.

Abdullah Ulmez jî got: “Em bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê û hemû dostên gelê Kurd dikin ku di 7’ê Çile de tevlî çalakiya giştî bibin.”

Back to top button