QSD’ê: 14 Çeteyên DAIŞ’ê li Holê hatin girtin

Operasyona Birûska Cizîrê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. Di wê çarçoveyê de, QSD`ê li navçeyên Hol û Til Birakê 14 çete û kesên biguman ku girêdayî DAIŞ`ê ne, girtin. Her wiha li bajarê Qamişlo jî hêzên Asayişê 36 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Operasyona ”Birûska Cezîrê” ya 29 Kanûnê li dijî şaneyên Daiş’ê li bajarokên Hol, Til Birak û Til Hemîsê hat destpêkirin dewam dike.

Heta niha bi dehan çete hatine girtin.

Her wiha çek û alavên bi wan re ku hazirtiya êrişekê dikirin, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê operasyonê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku duh li gundê Etê û Simêha yê rojavayê Til Birakê, 3 çeteyên ku lojistîk ji şaneyên DAIŞ`ê re peyda dikirin hatin girtin.

Her wiha li gor daxuyaniyê, hêzên operasyonê li bajarokê Holê, girtin ser cihên veşartinê û malên ku şaneyên terorîst û hevkarên wan xwe tê de vedişartine.

Li vir, 11 çete ku hinekan ji wan karê revandina malbatên Daiş’ê ji Kampê dikirin hatin girtin.

Back to top button