Sala 2022’an 334 jin li Tirkiyê hatin kuştin

Platforma em ê cinayetên jinan bidin rawestandin bîlancoya kuştina jinan a 2022’an eşkerekir. Li gorî raporê di sala 2022’an de 334 jin hatine kuştin ji wan 245 bûyer bigûminin.

Platforma em ê cinayetên jinan bidin rawestandin bîlancoya kuştina jina a 2022’an ya Tirkiyê eşkerekir.

Platform baldikişîne li ser pêkneanina biryarên derbarê sucdar û ne parastina jina rastî tundiyê tê û balkişine ser van hêjmaran:

Ji sedî 50 jinên ku hatin kuştin de biryara parastina wan hebû.

Tevî ku biryar hebû 23 jin berî bên kuştin bên parastin jî lê nehatin tedbîr ne hatin girtin.

Malbatên jinên hatin kuştin dema dixwazin dozvekirin jî gef li wan tê xwarin.

Îsal 34 bûyerên kuştina jinan de, 24 xizmên wan jî hatine kuştin.

Di sala 2021’an de ji sedî 9 qeydên kesên sucdar hebûn, sala 2022’an ev rêje derket sedî 14’an.

Di sala 2022’an de ji sedî 60’ê sûcdarên ku dosyeya wan a sûcdar heye jin bi çekê kuştine. Lê tevî wîna jî bi rê û rêbazên qanûnî hêsankirina çekdarkirina takekesî rê li ber mafê jiyanê yê jinan vedike.

334 jin hatine kuştin, 209 li malê, 46 li nîvê kuçeyê, 16 li kargehê, 10 li otomobîlê, 10 li zeviyê, 8 li qada giştî, 6 li cihê çolê, 4 li otêlê, 4 li av û 2 kes li kêleka rê, 1 bi turbînên bayê, 1 li ber deriyê apartmanekê, 1 li qehwexanê û 1 jî li cihê şahiyê hatin kuştin.

cihê 15 jinan jî ne hatiye eşkerekirin.

Ji sedî 63’ê jinan jî di mala xwe de hatine kuştin

Back to top button