Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bernameya Newroza 2023’yan eşkere kir.
Rêveberiyê Newroz li gel, malbatên şehîdan û hêzên leşkerî jî pîroz kir.
Û bnag li gelê herêmê kir ku bi rihê Newrozê û bi rihê berxwedanê dakevin qadên Newrozê.
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2023’yan eşkere kir.
Daxuyaniya eşkerekirina bernameyê li Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya li Qamişlo hat xwendin.
Rêveberiyê anî ziman ku Newroz nûnertiya îrade û berxwedana gelan li dijî bêheqî û zilmê dike.
Her wiha Rêveberiyê Newroz li gel, malbatên şehîdan û hêzên leşkerî jî pîroz kir.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê newroz îsal bi slogana,
“Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” were pîrozkirin.
Li gorî daxuyaniyê bernameya Newrozê ya herêma Cizîrê wiha ye:
- Dêrik:
Bendava Bozê
- Tirbespiyê:
Qada Şehîd Mezlûm Dogan a li Mizgeftê
- Qamişlo:
Qada Newrozê ya li gundê Hîmo
- Amûdê:
Qada Newrozê ya li gundê Çaxir Bazar
- Dirbêsiyê:
Qada Newrozê ya li gundê Çolbistan
- Hesekê:
Qada Newrozê ya li Qada Newrozê
Pîrozbahiyên Newrozê li deverên navobrî wê roja Newrozê saet 10:00’an dest pê bikin.
Û di pîrozbahiyê de dê axaftin werin kirin û bernameyên hunerî yên cûrbecûr werin pêşkêşkirin.
Rêveberiyê bang li gel kir ku bi rihê Newrozê û bi rihê berxwedanê dakevin qadên Newrozê.
Piştî xwendina daxuyaniyê agirê Newrozê ji aliyê dayik û bavên şehîdan ve hat pêxistin.