Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên giştî yên hişyarkirinê ragihandin

Kombûna Jinan a Zenûbya bi dirûşmeya “Bi rêxistin û perwerdeyê em ê şoreşa civakî pêk bînin”, pêngaveke hişyarkirinê ragihand.

Kombûna Jinan a Zenûbya bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê, bi daxuyaniyekê pêngaveke civînên giştî bi armanca danasîna pirsgirêkên civakî yên ku rastî jinan tên û çareseriyên wan, ragihand.

Daxuyaniyê bal kişand li ser pirsgirêkên civakî yên rastî jinan tên ku ew jî wiha ne;

zêdebûna rêjeya xwekuştinê, zewicandina zarokan, pirjinî, şerê taybet û tinebûna wekheviyê, tundiya li ser jinan, zextên derûnî, bikaranîna madeyên hişbirê û kevneşopiyên şaş”

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî ev tişt hat gotin; Divê em ji bo perwerdekirina civakê bixebitin û giraniyê bidin rola malbat û dibistanê di perwerdeyê de, rê nedin zewicandina zarokan û xelkê teşwîqî fêrbûna nivîsandin û xwendinê bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbya diyar kir ku dê pêngava civînên giştî heta 9’ê Tîrmeha bê bidome û li her çar herêmên rêveberiyên sivîl li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê were lidarxistin.

Back to top button