Şêniyên Hesekê şehîdê QSD’ê Berdî El-Faris spartin axê

Li Hesekê şêniyan cenazeyê şehîdê QSD’ê Berdî El-Faris bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

Merasîm bi torana leşkerî û deqeya rêzgirtin dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatima Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, şehîd mertalên welat in, ji bo azadiya gelê xwe berdêlên giran dane.

Ji fermanarên QSD’ê jî Çekdar Cûdî jî axivî, soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê ya şehîd xwendin û radestî malbata wî kir.

Back to top button