Di çarçoveya pêngava “tolhildana şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên narkotîkê” de Hêzên Asaiyşê li Qamişloyê 2 bazirganên madeyên narkotîkê girtin.
Hêzên Asayîşê li ser Malpera xwe ya fermî ev agahî parvekir:
“Di encama agahiyên ku ji hêzên me re hatin li taxeke Qamişlo li dijî 2 bikarhênerên narkotîkê û bazirganên wê operasyon hate kirin.
Operasyona piştî çavdêrî û komkirina belgeyên li ser wan, di 29′ê Cotmehê de hate kirin. Di encama operasyonê de her du bazirgan hatin girtin.
Li ser wan miqdarek narkotîk, Crystal û alavên ji bo bikaranîna narkotîkê hatin desteserkirin.”
Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Hişbirê hevkariya welatiyan a bi hêzên wan re silav kir û got:
“Hevkariya di navbera gel û hêzên me a ji bo mayîndekirina aramiya herêmê mijareke sereke ye. Welatî divê derbarê tiştê biguman de yekser agahiyê bidin cihên ewlehiyê yên herî nêzîk.”