Baregeha Zilkan ya artêşa dagirker rastî êrişên mûşekî hat

Bi mûşekan êrîşê baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarokê Zilkan ê Başîkayê hat kirin.

Êriş doh di saetên êvarê de pêk hat.

Hate ragihandin ku êriş bi dû mûşekan pêkhatiye.

Derbarê ziyanên artêşa Tirk de heta niha ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Heta niha ti hêzê jî êriş negirtiye ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji beriya niha jî gelek caran bi muşekan êrişê vê baregeha leşkerên Tirk a dagirker hatiye kirin.

Back to top button