Dewleta Tirk beşeke din a penaberên Sûriyê ber bi Girê Spî ve şandin

Dewleta Tirk beşeke din a penaberên Sûriyeyî ji xaka xwe ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve bi darê zorê şandin.
Bi wê re hejmara penaberên ku di vê mehê de hatine şandin 980 penaber e.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhartina demografiya derxistina penaberên Sûriyeyî ji xaka Tirkiyeyê bi darê zorê û bi cihkirina wan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê pêk tîne.

Duh bi rêya deriyê sînor 320 penaberên sûriyeyî bi darê zorê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve şandin û radestî çeteyên wê yên Polîsên Leşkerî kirin.

Hêjaye bi bîrxistinê ku di meha borî de jî hezar û 490 penaber ber bi kantonê ve hatin şandin.

Back to top button