Di bersivdayîna êrişa li ser gundê Mihsenlî yê Minbicê de çeteyek hate kuştin

Dewleta tirk a dagirker gunde warê Til Temir û Minbicê careke din topbaran kir.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da û di encam de çeteyek hate kuştin.

Artêşa tirk a dagirker doh saet 8’ê êvarê heta serê sibê bi obîs û hawanan gundê Mihsenlî yê Minbicê topbaran kir.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt erd û zeviyên şêniyên gund.

Di heman demê li hemberi van erişan şervanen Meclisa leşkerî çalakiya kirin di ve çalekîye de çeteyek hate kûştin.

Heman rojê balafireke bêmirov a dewaleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê ya dagirkirî bombebaran kir.

Seatên Sibehê jî, artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Elî yê bakurê Til Temirê topbaran kir.

Back to top button